| Rejîma Îranê li hember tevgera Kurd û serokê PJAK`ê mizgeft xistin dewrê |
|
| 17:15 2010-03-13 | |||
|
Îmamê bi navê, Îmamêyê Kaşanî, di pêşnimêja Tehranê de doh di dema xutbeyê de got ku Serokê PJAKê Hacî Ehmedî terorist e. Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dewleta Alman ew azad kir ji ber ku ew li dij komara Îslamî tekoşîn dike. Wekî din got ku; tevgera Kurd tevgereke terorîst e. Di heman demê de Yusif Tebatebayî pêşnimêjê bajarê Esfahanê, girtin û azadkirina Hacî Ehmedî wek senaryo û övekê bi nav kir. Ehmed Elemol Xoda pêşnimêjê bajarê Meşhedê jî bal kişand ser xwepêşandana alîgirên rejîmê yê li ber sefareta Alman ya li Tehranê û got: Dewleta xwînxwar ya Alman Hacî Ehmedî azadkir lê me wek terorîst binavdikin.
Pêşnimêjên gelek bajarên din yên Îranê yên wek Poldoxter, Nayîn, Astara, Ciroft, Damxan, Şuşter, Bûşer, Erdestan û Taliş li ser vê babetê sekinîn û tevgera azadiya gelê kurd wek terorîst bi nav kirin. Divê neyê jibîrkirin ku, herçiqas li gelek bajarên Îranê meleyan li dij serokê PJAKê Hacî Ehmedî waz dabin jî, li piraniya bajarên Kurdistanê pêşnimêjan ji tirsa serhildana Kurdistaniyan li mizgeftan li ser vê babetê nesekinîn.
Ev gotinên şêwirmendê Xamaneyî di wextek weha de têe gotin ku wezareta Xezineya Amerîkayê sala derbasbuyî hemû dehatên PJAKê blokekirin. Ev daxuyaniyên desthilatdarên rejîma Îranê di demek weha de tên kirin ku hemû cîhan Rejîma Îranê bi kirinên terorîstî tewanbar dikin.
|