::
KNK:Dive Sûriye dest ji siyaseta înkarê bikişîne Ji bo çapkirinê
17:11 2010-03-13
knk_logoKongra Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê, di 6.salvegera wê de, serhildana Qamişlo ya 12ê Adarê silav kir û komkujiya ku hêzên rejîmê di wê rojê de li hember gelê Kurd pêk anîn şermezar kir.

KNK`ê di daxuyaniya xwe de, buyerên 12ê Adara 2004ê ku di encama êrîşa hêzên dewletê de bi dehan Kurdan jiyana xwe ji dest dan û got: Di zext û guşarên li hember gelê Kurd de, rejîma Sûriyê, ji rejîmên Îran û Tirkiyê kêmtir nîne.

KNK`ê destnîşan kir ku Sûriye ne tenê bi israr mafê Kurdan yên herî bingehîn û rewa qebûl nake, ew her weha siyasetên xwe yên tasfîyekirinê jî berdewam dike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser siyasetên Kembera Erebî yên salên 60î ku di encamê de bi hezaran gundiyên Kurd ji cî û warê wan bûn û nasnameyên wan ji wan hatin girtin û hate gotin ku dewlet, çawa di derxistina maddeya 49ê de jî derkete holê, van siyasetên xwe berdewam dike.

KNK`ê anî zimên ku ev siyaset xizmeta çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi riyên aştiyane nakin û nîfaqê dixin navbera gelê Kurd û Ereb û hewldanên aliyê Kurd yên ji bo aştî û demokrasîyê asteng dikin.

KNK`ê got, pêymanên bi guman yên demên dawî yên di navbera Sûriyê, Tirkiye, Îran û hin hêzên şovenîst yên Ereb li Bexdayê de hatine îmzekirin nîşana wê ne ku ew naxwazin gelê Kurd û mafên wî yên rewa nasbikin. Û bang li dewleta Sûriyê kir ku dest ji van siyasetan înkar û jiholê rakirinê berde û mafê Kurdan yên rewa qebûl bike.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyan û li derve jî kir ku ew bi xurtkirina yekîtiya xwe û bi dirûşmeya "êdî bese" siyasetên tasfîye û jiholê rakirinê yên li ser xwe pûç bike, bi vî awayî şehîdên Qamişlo û hemî Başûr-Rojavayê Kurdistanê bibîr bîne û bêje: Belê, ji birayetiya navbera gelen, li ser esasê azadî, wekhevî û demokrasiyê.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C