| Komkujiya Qamişlo li Brukselê hat şermezarkirin |
|
| 17:08 2010-03-13 | |||
Di 6.salvegera komkujiya Qamişlo de duh seat di 14.00an de li Meydana Schuman, li ber avahiya Yekitiya Ewropayê mitîngek hat li dar xistin. Mitînga ku ji aliyê rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ve hatine organîzekirin de, kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bibîranîna yek deqe rêzgirtinê mitîng dan destpêkirin. Di vê mitînga ku nêzîkî 100 kes beşdar bibî de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û dovîzên dewleta surî şermrzardikin dikin hatin hilgirtin. Di Axaftinên di mitîngê de hatin kirin de qetliama di 12 sadara sala 2004 hat kirin ku li wir 30 kurd hatin qetilkirin û bi dehan jî kes hatin brîndarkirin hatin bibîranîn. Di axaftinê de hat gotin ku; Ev kesên ku ev qetlîama li hember gelê me pêk anîye em carekî din şermezar dikin. Mitîng bi saloganên şehîd namirin re bi dawî bû.
|