::
Kurdistaniyên li Rûsyayê xwestin ku Sûriyê mafên Kurdan li wan vegerîne Ji bo çapkirinê
17:00 2010-03-13
qamislo_2004Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di civîneke ku li Moskovayê pêk anîn de ji Dewleta Sûriyê xwestin ku ew erd û nasnameyên Kurdan ku piştî konsepta Kembera Erebî ya sala 1962ê de ji wan hatin girtin li wan vegerîne.

Di civînê de her weha hate gotin ku, kesên li beramber Helebce bêdeng man, niha piştgiriya Tirkiyê dikin.

Civîn li Mala Gelan ya Moskovayê di bin navê "Li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û pêşketinên dawî" de pêk hat.

Ji siyasetmedarên Kurd ku li Rûsyayê dijîn Faysal Xelef di beşê civînê yê li ser Başûr-Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: Pîlangeriya ji holêrakirinê ya li hember Kurdan bi qanûnên sala 1962ê, yên di bin navê Kembera Erebî destpêkir û di 12ê Adarê ya sala 2004ê jî şovenîzma Ereb li Kurdan şûrê xwe kişand.

Xelef di axaftina xwe de got, komkujiya Qamişloyê hewldana qirkirina Kurdan ya di encama hevkariya BAAS`iyên girêdayî Saddam û îstîxbarata Sûriyê bû û weha berdewam kir:

"Şovenîzma Ereb ku xwe li pêşketinên Kurdan yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê ranegirt, provakasyon pêk anîn û bi awayekî hovane êrîşî Kurdan kir ku di encamê de bi dehan kurd hatin qetilkirin û ewqas jî hatin birîndar kirin.

Xelef her weha bal kişand ser armanca êrîşên 12ê Adara 2004ê û got: Êrîşên bi mebesta çavtirsandina Kurdan bi guleya Waliyê parêzgeha Qamişloyê destpêkirin û ev jî aşkere dike ku komkujî bi pîlangeriya rayedarên payebilind yên rejîmê pêk hatiye.

Siyasetmedar Faysal Xelef wekî gava yekê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê got: Di serî de divê hemû herêmên Başûr-Rojavayê Kurdistanê û nasnameyên Kurdan ku bi qanûna Kembera Erebî ya sala 1962ê bi darê zorê hatin stendin bi paşde bên dayîn, hebûna Kurdan û hemî mafên bingehîn yên wekî kirina siyasetê û mafên çandî bi destûra bingehîn bêne misoger kirin.

Metlep Osmanov: Kesên li beramber Helebce bê deng man niha destekê didin Tirkiyê

Serokê Otonomiya Kurd ya Moskovayê Metlep Osmanov ku di civînê de komkujiya Helebce nirxand bibîranî ku ji şerê navbera Îran û Îraqê herî bêhtir Kurdan zerar dît.

Osmanov got: Kesên ku doh li beramber qetilkirina Helebce bêdeng man, îro jî destekê didin siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirkiyê ya li hember Kurdan û destnîşan kir ku divê Kurd, ji bo komkujî wekî jenosîdê bêne pejirandin xebatên xwe xurtbikin.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd di dawiya civînê de daxwazên xwe yên wekî, divê wekî gava yekem, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha were derxistin û li malekê bê bicîhkirin. Ji bo çaresereriya pirsgirêka Kurd bi aliyê Kurd re muzakere bêne destpê kirin. Ji bo vê, civaka navneteweyî bi erk û wezîfeyên xwe rabe, di navbera parçeyên Kurdistanê de bi azadî derfeta hatin û çûyinê hebe. Ji bo ku çalakiyên çandî yên hevbeş karibin pêk werin sînor werin vekirin û derfetên bazirganiyê bêne dayîn.

Di dawiya civînê de her weha êrîşên li hember Roj TV û saziyên din yên Kurd jî hatin şermezar kirin û ji dewleta Rûsya jî hate xwestin ku helwesta xwe zelal bike û di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolekî çalak bilîze.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C