| Li Bakur operasyon û li hember Başûr jî topbaran |
|
| 16:50 2010-03-13 | |||
Bi hatina buharê re artêşa Tirk kete nava liv û tevgerê. Li Bakurê Kurdistanê tevgera leşkerî û operasyon her ku diçe zêde dibin. Li herêma Şirnexê operasyon berfireh dibin. Li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û Çewlikê jî operasyonên nû dest pê kirin. Li aliyê din artêşa Tirk ji Çelêya Colemergê, heta Başûrê Kurdistanê da ber hawan û obusan. Li gor agahiyên bidestketine, artêşa Tirk doh saet ji 12.00ê nîvê şevê ve, ji Tabûra peyadeyan ya Darsinkê, du saetan bê navber Başûrê Kurdistanê topbarankir. 2 leşker hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn Hate ragihandin ku îro jî ber bi Çiyayê Cûdî sewkiyata leşkerî destpêkiriye. Li gorî agahiyan, îro gelek elîkopterên Skorsky û Kobra ji Şirnexê ber bi Çiyayê Cûdî ve firîn û sewkiyata leşkerî dom dike. Bi taybetî li herêma Şirnexê operasyon berfireh bûne û li hin ciyan şer derketiye ku di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 22 jî birîdnar bûne. Di çarçoveya operasyona ku li derdora Çiyayê Gabarê hatiye dest pê kirin de, herêma Çiyayê Bizinan ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin Li Gundê Gunyaziyê ya Basa di operasyona ku bi alîkariya helîkopteran hate meşandin de hêzên komando sewqî herêmê bûn. Li aliyê din operasyonên ku di rojên borî de li çiyayên Çirav, Kupelî, Cudî, Kato û Çemê Bestayê destpê kiribûn bi desteka hewayî berdewam dikin. Li çoltera gundên Quşîl û Kurê yên girêdayî Navçeya Stewrê ya Mêrdînê û li bejahiya Gundê Cilînê yê girêdayî Melkisê ya Amedê, operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Hate zanîn ku ev 2 rojin kargoyên leşkerî di bin tedbîrên berfireh yên ewlekariyê de çek û alavên leşkerî tînin Balafirgeha Mêrdînê. Gelek dever wekî herêmên qedexe hatin îlan kirin Li bejahiya Kêxî û Yayladere ya Çewlîkê jî operasyon didome. Di operasyona ku bi piştgiriya hêzên hewayî berdewam dike de herêm bi giranî hate bombebarankirin. Li Dêrsimê jî ji aliyê 5'emîn Tugaya Komando ve operasyon hate destpêkirin û herêm bi helîkopteran bombebaran bû. Hate zanîn ku li hin ciyan şer derketiye û herêmên Efeagali, Altinhuseyin, Kizilmesçît yên Pulumurê û herêma Kêxî ya Çewlîkê wekî herêmên qedexe hatine înakirin.
|