::
Joost Jongerden: Pergala KCK ji Tirkiyeyê re pêwîst e Ji bo çapkirinê
16:46 2010-03-13
Cjoost_jegenderivaknas û nivîskar Dr. Joost Jongerden "Pêşîlêvekirina Kurd" nirxand û diyar kir ku daxwazên kurdan û tevgêra wan zelalin. Di serê van daxwazan de jî demokrasî û aştî tê.

Jongerden, anî zimên ku pergala KCK ji bo reformên li Tirkiyeyê pergalek pêwiste.

Civaknas Dr. Joost Jongerden, hewldana Hikûmeta AKP'ê ya pêşîlêvekirina kurd, wekî "pêşîlêgirtina siyasî ya tevgera kurd" nirxand.

Civaknas Dr. Joost Jongerden ku di sempozyuma Înîsiyatîfa Ciwan û Aştiyê ku ji aliyê zanîngeha Dîcle û Bogazîçiyê ve pêk hat de nerînên balkêş anîn zimên.

Jongerden got, şêwazên çareseriya pirsgirêka Kurd yên beriya 3 salan, an jî 30 salan ne wekî hev in û di pêvajoya îro de, ne gotina "pirsgirêka kurd heye" lê "muxatapê pirsgirêka kurd kiye" ya herî girîng e.

Jongerden got ku Kurd di daxwazên xwe de zelal in û got:
"Pirsgirêka kurd bi serhildanê dest pêkir, bû girseyî û li gelek cihan sazîbûn pêk hat. Daxwazên tevgera Kurd yên zelal hene ku yek ji wan projeyan pergala KCK`ê ye. Bi vê projeyê tevgera Azadiyê ya Kurd careke din xwe ji nû ve afirand.

Civaknas Dr. Joost Jongerden her weha anî zimên ku gelek girînge ku pêşniyazên aliyê Kurd di derbarê hemû pirsgirêkên Tirkiyê de jî hene û got: Li aliyê din, gotinên partiyên din yên Tirkiyê hemû wekî hev in ku dibêjin yek welat, yek netew û yek al.

Jongerden, bal kişand ser encamên hilbijartina 29'ê Adarê ya herêmî û anî zimên ku dewlet ji siyasîbûna tevgera Kurd ditirse û wekî mînak jî operasyona li hember siyasetmedar û şaredarên kurd nîşan dan.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C