| "Li Tirkiyê êşkence berdewam dike" |
|
| 16:43 2010-03-13 | |||
Di rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya sala 2009ê de hate gotin ku li Tirkiyê êşkence berdewam dike.Di raporê de tê destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê li Tirkiyeyê kirinên wekî îşkence, muameleya xirab û lêxistinê pêk tînin û her weha bal hate kişandin ser pêkutiyên li hember BDPê jî. Di raporê de van binpêkirinên mafan cîh girtine: - Hêzên ewlekariyê tevlî kuştinên derqanûnî dibin. Di vê derbarê de lêpirsîn û girtina wan gelekî kêm e. - Rewşa girtiyên di zindanan de ji alî hejmarê ve gelekî zêde bûye û kapasîte derbas kirine. Personelên pêwirdar ên zindanan xwedî perwerdehiyeke kêm û qels in. - Burokratên hikûmet û dewletê bi hin daxuyaniyên xwe bandorê li ser biryarên dadgeriyê dikin û dadgerî bêalîtiya xwe winda dike. Têkiliya nêz a di navbera dozger û dadgeran de bandorê li ser dadê dike û hin doz pir bi derengî birêvediçin. - Dengê medyayê bi riya bac û cezayên giran tê sînorkirin. Azadiya înternetê tê binpêkirin û sînorkirin. Dadgeh di gelek mijaran de biryara astengkirina malperên înternetê didin. - Rê li hin baweriyên olî tê girtin û astengî li beramber lîderên wan baweriyan pêk tên. - Pêşî li kuştinên bi navê namûsê û zewaca di temenê biçûk de nayê girtin û di wî warî de zagon nayên serastkirin. Tevî ku di zagonê de zewaca di temenê biçûk de qedexeye jî dîsa zewacên wiha berdewam dikin. - Tevî serastkirinên di qanûna 301ê de jî dîsa jî dozger ji ber sedemên îdeolojîk lêpirsînan berdewam dikin. - Têkiliya nêzîk a di navbera dozger û dadgeran de di biryara dozan de bê dadiyê bi xwe re tîne. - Li gorî qanûnan nabe ku binçavkirinên kêfî werin pêkanîn lê hin caran ev qanûn tê binpêkirin û dema binçavkirinan hê jî gelekî dirêje. - Sala derbasbûyî derbarê derbarê personelên jandarma de 155 gilî çêbûne, lê ji van giliyan tenê di derbarê personelekî karên îdarî pêk hatine de hatiye kirin - Bi sedan endamên DTP û BDP'ê hatin binçavkirin û hê jî binçavkirin û tacîzkirina endamên rêxistinên mafên mirovan, çavdêrên mafên mirovan û endamên çapemeniyê berdewam dike. - Li gorî daneyên Wezareta Dadê 2 hezar û 622 zarok hatine girtin. Li gorî saziyên sivîl piraniya van zarokan ji ber ku di dema xwepêşandanan de kevir avêtine polîsan hatine girtin. - Sala derbasbûyî, ji ber ku guh nedanê talîmata raweste 46 kes ji alî hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin û ev yek li gor sala berê zêde buye. - Heta 1 kanûna sal 2009an 33 girtî di zindanan de û 5 kes jî di bin çavan de mirine. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî bi giştî 116 girtî ji ber nexweşiyê mirine. 34 girtîyan jî xwe intîhar kirine. - Li 367 zindanên ku kapasîteya wan li derdora 106 hezarane 114 hezar û 500 girtî li wan zindanan dimînin. Her wiha nêzî 60 hezaran jî di nêz de li hêviya runiştina dozên xwe ne. - Di nexweşxaneyan de doktor û psîkolog kêm in, ji ber sedemên cuda dermankirina 672 girtiyên nexweş bi rengekî bi rêk û pêk nayê kirin. - Di 17ê mijdarê de hin girtiyên din transferî Imraliyê cihê ku Abdullah Ocalan lê dimîne hatin kirin, odeya Ocalan ji ya berê biçûktir e. - Di nava salê de 34 ji ber gotinên wan hatin binçavkirin 29 weşan bi rengekî demî hatin rawestandin û 62 pirtûk hatin berhevkirin. - Zextên polîs û darazê li dijî endamên DTP û BDP berdewam dikin. Li ser van endaman zêdeyî 1000 dozî hatiye vekirin. - Ji bo girtina malperên înternetê dadgehan 2 hezar û 601 talîmatên girtinê dane û ev yek li gor sala derbasbûyî gelekî zêde bûye. - Di nava salê de li dijî bîroyên DTP serdegirtin pêk hatin, gelek endamên wê partiyê hatin girtin û li dijî wan gelek doz û lêpirsîn hatin vekirin. Jenderme û polîsan wekî din jî bi gotinan jî gef li gelek endamên DTP kirine. Di dema xwepêşandanan de bi rengekî kêfî binçavkirin hatine kirin.
|