| Karayilan: Ji bo komkujiyên din pêk neyên, divê siyaseta Kurd berpirsiyarane tevbigere |
|
| 09:59 2010-03-13 | |||
Serokê Konseya Rêvebir a KCK Murat Karayilan, got di meha adarê de gelek bûyerên girîng diqewin û balkişand ser tevkûjiyên Qamişlo, Taxa Gazî û Helepçeyê. Karayilan ji bo ku careke din komkujî pêkneyên xwest ku kurd di platformeke neteweyî û demokratîk de bên cem hevdu. Karayilan ji bo Helepçe, Qamişlo û komkujiyên nû yên li deverên din pêk neyên pêwist e siyaseta kurd biberpirsiyarane tevbigere. Ji bo parastina destkeftiyan û biserxistina vê merheleya tevgera azadixwaziya gelê kurd pêwist e siyaseta kurd li dora platformeke hevbeş bibin yek û siyaseteke hevbeş birêvebibin. Li ser vî esasî divê siyaseta kurd li herêmê bibe hêz û îrade. Murat Karayilan Serokê Konseya Birêvebir a KCK, diyar kir ku meha adarê di dîroka kurdan de roleke dualî dileyize û wiha dirêjahî da axaftina xwe, ji aliyekî de kurd di newrozê de berxwedaneke bêhempa derdixin holê, li aliyekî din jî, bi komkujiyên mîna li Qamijlo, Helepçe û Gaxiyê re rûbirû dimînin. Karayilan ji bo careke din tevkujiyên bi vî rengî neyên serê gelê kurd pêwist e platformeke hevbeş ava bikin û li dora vê platformê kom bibin û wiha got: Ji bo careke din kurd bûyerên wisa giran neyên serê gelê kurd pêwist e, ew perçebûn û belavbûna di nava siyaseta kurd de heye, bi dawî bibe. Berê her perçe cuda cuda bû. Niha zêdeyî 60 parlementer ew ê herin parlementoya Iraqê. Pêwist e ev bi awayekî berpirsiyarane nêzîkî meseleyê bibin. Ji ber ku pirsa kurd hê li Iraqê jî çareser nebûye. Di serî de Kerkuk hê nexşeya kurdistane wek pirsgirêk li holê neçareserkirî ye. Ji bo bikaranîna madeya 140. û di vê çarçoveyê de ji bo ku pirsa kurd li Iraqê bê çareserkirin pêwistî bi yekîtiyê heye. Divê ji bo pêşxistina siyaseteke neteweyî û demokratîk li seranserê Kurdistanê rola xwe bileyizin. Heger ew di vê çarçoveyê de rolekê neliyizin ew ê ew polîtîkayên dagirkerên kurdistanê hê zêdetir têkeve dewreyê û ew ê leyistikên dagirkeran digel dagirkeran bixwe roleke ziyandar bileyize. Em wisa difikirin. Karayilan balkişand xetereyên tevkujiyan li Kurdistanê û got: Meha adarê ne tenê bi van bûyeran bi sînor e. Di heman demê de tevkujiya Helepçeyê jî di vê mehê de pêkhat. Di dîroka meha adarê de bûyera herî giran a ku lê qewimî ye komkujiya Helepçeyê ye. Em vê tevkujiyê mehkum û şermezar dikin. Bûyerên li Qamişlo provakasyon bûn Karayilan diyarkir ku hema piştî pêkhatina tevkujiya qamişloyê dewleta Surî polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan guhert, ji vê jî diyar e ku ev tevkujî provakasiyon e. Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: Ew tevkujiya ku li qamijlo pêkhat ji bo siyaseta Suriye bû dewrek nû. Bi qasî ku em dizanin ew hêzên ku di nava sîstema dewletê de cî digirin ev tevkujî pêkanîne. Van xwest bi provakasiyonê navbera Kurdan û dewleta Surî xera bikin. Armanca van ew bû ku Kurd û Ereban, dîsa Kurd û dewletê binin himberî hevdu. Ji loma jî wan li Qamişlo êrîşe wisa dane destpêkirin. Gelê me li seranserî rojhilata navîn li himberî vê bû xwedî rawestandineke welatperwerî û neteweyî. Gelê me ji dewleta Suriyeyê xwest ku van hêzên veşartî aşkere bike û hesab ji wan bixwaze. Wêdemê SerokKomarê Suriyeyê Beşar Esat hinek daxwuyanî dan û got ku ev siyaset ne aîdî wan e. Lê bi tenê bi vê bi sînor ma. Tevî hinek hewldanan jî, lê dewleta Surîye bi giştî bi ser provakatoran de neçûn, ne jî hesab ji wan xwest. Bi zanebûn an bi nezanîn ser van bûyeran hate girtin, û kete bin tesîra vê xetê.
|