| Li parlemana Swêdê îro konferansa 12 ê Adarê pêk hat |
|
| 09:56 2010-03-13 | |||
|
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD îro li parlemena Swêdê bi hevkariya partiya Keskan ya Swêdê ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo guftûgo kirina çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê 3.Konferansa 12ê Adarê li dar xist. Di konferansa ku ji Partiya Sor ya Norwêcê Erling Folkvord, ji Partiya Jînge ya Swêdê parlementer Bodel Ceballos beşdar bûn de ji çar parçeyên Kurdistanê jî rojnamevan û akademîsyenên Kurd beşdar amadebûn û li ser mijarên cûda cuda de axaftin kirin. Parlementera Swêdî Bodil Ceballos li ser rewşa giştî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê rawestiya û bal kişand ser raportên rêxistinên navdewletî yên li ser binpêkirinên mafan li Sûriyê û nêzîkahiya welatên rojava yên di mijarê de rexne kirin. Siyasetmedarê Norwêcî Erling Folkvord jî got: Di serî de welatên Skandînavî, welatên Yekîtiya Ewropayê divê zextên xwe yên li ser dewleta Sûriyê zêdebikin. Di konferansê de Dr. Bengî Haco di debarê pêkhatina komkujiya 12ê Adarê de axivî û bal kişand ser siyasetên dewleta Sûriyê yên şîdetê ku di demên dawî de li ser gelê Kurd dimeşîne. Haco bêdengiya hêzên navdewletî ya li hember binpêkirinên mafan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ya hêzên navdewletî jî rexne kirin. Di konferansê de her weha rojnamevan Hesen Cûdî li ser şîdeta li hember jinan li Başûrê Kurdistanê û ji Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Yusuf Soltanî jî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê axivîn.
|