::
HPG:Divê Sûriye ji serhildana Qamişloyê encamek rast derxe Ji bo çapkirinê
09:52 2010-03-13
hpgHêzên Parastina Gel HPG`ê di 6.salvegera komkujiya li bajarê Qamişlo de, li Başûr-Rojavayê Kurdistanê, kesên bûn hedefa êrîşên hêzên dewleta Sûriyê û jiyana xwe ji dest dan bibîranîn û got: Di serî de dewleta Sûriyê, divê hemû dagîrker ji serhildana 12ê Adarê ya Qamişloyê encamek rasr derbixin.

Biryargeha Navendî ya HPG`ê di daxuyaniya xwe de komkujiya 12ê Adara 2004ê ku li Qamişlo ji aliyê rejîma BAAS ve pêk hat bi tundî şermezar kir û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya bilindkirina asta têkoşînê û got: Di 6.salvegera komkujiya hovane ku Rejîma faşîst û qirker ya BAAS`ê li Qamişlo li ser gelê me meşan de, em kesên jiyana xwe ji dest dane bir rêzgirtin bibîr tînin û dibêjin, em dê bersiva komkujiyê, li ser xeta Rêber Apo, bi bilindkirina têkoşînê bidin.

HPGê bal kişande ser têkiliyên dîrokî yên navbera gelê Kurd û Ereb yên li ser esasê biratiya gelan û got, rejîma BAAS bi taybetî di salên dawî de ji bo qirkirina Kurdan, serî li rêbazên pêşxitina dijiminahiya nevbera gelên me dide û komkujiya Qamişloyê jî wekî yek ji van hewldanan nirxand.

"Hêviyên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê ji hemî deman xurtirin"

Biryargeha Navendî ya HPG`ê her weha bal kişand ser komkujiyên wekî Geliyê Zîlan, Dêrsim, Koçgirî û Helebce ku di dîrokê de li hember gelê Kurd pêk hatin û got: Rejîma BAAS, di serî de komkujiya Sînemeya Amûdê û herî dawî jî li Qamişloyê ev siyasetên xwe xistine dewrê û xwestiyê gelê Kurd serkut bike û ji holê rake.

HPG`ê destnîşan kir ku tevgera azadiya gelê Kurd ya di bin rêbertiya PKK`ê de bandorek mezin bi giştî li Rojhelata Navîn û li gelê Kurd li Başûr-Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û got: Tevgera PKK`ê li vî beşê welatê me jî bû çirûsk û hêviya azadiyê û lewra jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ewqas bi hêz li dora rêxistin û rêbertiya xwe bû xelek, ji bo bi destxistina mafê xwe yên rewa bi hezaran keş û xortên xwe tevlî nav refên tevgera azadiyê kirin.

HPG`ê anî zimên ku li ser bilindbûna têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şovenîzma Ereb ketiya nava tirsê û lewra jî siyasetên komkujî û zextan xistine dewrê.

"Dewlet li hember serhildana Kurdan neçar ma bi paş de gavan bavêje"

HPG`ê bibîranî ku paş buyera ku di maça futbolê de di encama provokasyona şovenîstên Ereb de derkete holê, li Qamişloyê êrîşa hêzên ewlekariyê ya hovana li ser gel ku tê de bi dehan Krud hatin qetilkirin, nîşana van siyasetên bi mebesta qirkirina gelê Kurd e û got:
" Lê gelê me, di serî de li Qamişlo, Efrîn, Heleb û Şamê, li Rojavayê Kurdistanê serhildana xwe pêşxist û bersiv da siyasetên qirêj yên bi mebesta qirkirina gelê Kurd û eşkere kir ku wê ev siyaset nikaribin dijminahiyê têxin navbera gel Kurd û Ereb.

HPG`ê her weha destnîşan kir û serhildana gelê Kurd ya Rojava, hem eşkere kir ku gelê Kurd ku li ser xeta Rêber Apo xwe bi rêxisitinkiriye ne Kurdê berê ye û hemjî dewlet mecbûrî wê kir ku bi paşde gavan bavêje.

HPG`ê got, lewra divê di serî de dewleta Sûriyê, hemî welatên dagîrker ji serhildana Kurdistaniyan li Rojava encamên rast derxin û divê bêz anîn ku gelê me wê ti polîtîkayên jiholê rakirinê yên li ser xwe bê bersiv nehêle.

"Gelê Kurd di nava Komara Demokratîk de jiyanek bi rûmet û di nava wekheviyê de dixwaze"

Biryargeha Navendî ya HPG`ê di dawiya daxuyaniya xwe de di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de jî got:
"Em pê bawerin ku gelê me yê welatparêz li Başûr-Rojavayê Kurdistanê, wê rêxistinî û sazîbûna xwe ya demokratîk pêş bixe û ji bo jiyanek bi rûmet l iser esasê wekheviyê, bi gelê Ereb û hemû gelên din re di nava sînorên Komara Demokratîk de, çawa heta niha bi fêdakarî têkoşîn daye, wê ji niha û pêve jî bide. Em jî wekî HPG, ji niha û pêde jî, em dê li hember hemû êrîşên li ser gelê xwe bê deng nemînin, hêza xwe xurtir bikin û bersiva pêwîst bidin.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C