| Hêzên ewlekariya Silêmaniyê kesên alikariya Roj Tv kirin desteser kir |
|
| 09:50 2010-03-13 | |||
|
Kampanyaya berhevkirina topkirina îmzeyan li başûrê Kurdistanê ji bo Roj Tv, bû hedefa hewla astengkirina hêzên ewlekariyê li wilayeta Silêmanyayê. Di vê derbarê de komeleya ciwanên welatparêz û desteya birêvebir a kovara Hawdem di daxuyaniyekê de diyarkir; di çarçoveya xwedîderketina li nirxên neteweyî, komeleya ciwanên welatparêz û birêvebiriya kovara Hawdem, roja 8 adarê kampanyaya berhevkirina îmzeyan li bajarê silêmaniyê dabûn destpêkirin. Di derbarê helwesta hêzên ewlekariyê yên bajarê Silêmaniyê de komelaya ciwanan wiha gotin: Heta sê rojan jî, hêzên ewlekariyê ti nerazîbûn nîşanî xebata wan nedan. Lê piştî sê rojan hêzên ewlekariyê avêtin ser ciyê wan û sê ciwan ji bo çend seatan desteser kirin. Li himberî helwesta hêzên ewlekariya wilayeta Silêmaniyê ciwanan hestên xwe wiha diyarkirin: Her çendî gelê me eleqeteke gelek mezin nîşanî vê kampanyayê dabû jî, lê hêzên ewlekariyê bi awayekî pir hişk û dijwar nêzîkî vê hewldana ciwanan bûn. Di vê dema ku pêwistiya gelê me bi hevkariyê heye, ev helwesta gelê me ciyê dilxweşbûnê ye, lê di heman demê de jî em helwesta hêzên ewlekariyê yê wilayeta Silêmaniyê şermezar dikin. Hêjayî gotinê ye ku heta niha jî, hukumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe li dijî êrîşa Beljîka ya li ser Roj Tv û desteserkirina siyasetmedarên kurd diyar nekiriye, û bi taybetî jî ew helwesta hêzên ewlekariya Silêmaniyê ya beramberî ciwanan gumana raya giştî ku rola hukumeta herêm di nava vê pîlangeriyê de heye, xurttir dike.
|