| Swêdê qirkirina Ermeniyan qebûlkir |
|
| 09:48 2010-03-13 | |||
Parlamentoya Swêdê do bi zêdebûna dengekî kuştinên sala 1915-ê yên li Tirkiyeyê ku tê de bi milyonan ermenî, suryanî/asûrî, kildanî û rumên pontusê (rumên Behra Reş) hatin kuştin, wek tevkujî (jenosîd) qebûlkir. Di encama dengdana parlementoya Swêdê de 130 deng li dij û 131 deng jî li gel pêşniyarê derket. 88 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn. Pêşniyar ji aliyê parlamenterên Partiya Sosyaldemokrat, yên Partiya Çep û Partiya Jîngehe ve hatibû dayin û di pêşniyarê de dihat xwestin ku buyerên sala 1915 wek "tevkujî (jenosîd)" bên naskirin. Gulan Avci parlermentera bi eslê xwe kurd e, piştî dengdanê wiha got " Ez dizanim ku dengê min diyarker bû. Ev pêwîst bû jî. Divê Tirkiye tevkujî û qirkirinên ku di dîroka xwe de kirine nas bike. Her çiqas partiya min li dijî vê pêşniyarê bû jî min dengê xwe ji bo nasandinê da. Li Tirkiyeyê kurd jî di bin tehdîda qirkirinê de ne. Girîng e ku Parlamentoya Swêdê vê qirkirinê nas dike. Li ser biryara parlamentoya Swêdê serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdogan biryar protesto kir, serdana xwe ya Swêdê ku di 17-ê adarê de ê pêk bihata betal kir û gazî balyoza Tirkiyeyê kir. Wezîrê derve yê Swêd Carl Bildt eşkare kir ku ev biryar dikare zirarê hem bide pêwendiyên navbera Tirkiye û Swêdê, û danûstendinên vê dawiyê yên navbera Ermenîstanê û Tirkiyeyê. Her çendî pêşniyara ku qetlîama sala 1915-ê wek tevkujî bê qebûl kirin ji aliyê partiyên mixalefetê hatibû dayin jî dengên van partiyan ji bo wegirtina birayarekê têr nedikir û partiyên koalisyona ser hukum jî li dijî girtina biryareka wiha bû.
|