| Kurdologê di asta dunyayê de navdar çû ser dilovaniya xwe |
|
| 09:45 2010-03-13 | |||
Kurdologê di asta dunyayê de navdar Mihaîl Semenivîç Lazarev jiyana xwe ji dest da. Lazerevê ku seranserî 50 salan xizmeta Kurdolojîyê kiriye, ew ê îro li Moskovayê bê bixakspartin. Di beşa rojhilatnasiyê de serokê kurdolojîyê dikir, zanyarê ku li ser kurdan gelek pirtûk û gotarên zanistî nivîsandine di 7 adarê de li mala xwe ya Moskovayê jiyana xwe ji dest da. Lazerev digel Profesorên Rus M.A Gasratyana, S.H Mgoî yek ji girîngtirîn zanyaran bû ku li ser dîroka kurdan a di sedsala 20 an de lêkolînkiriye. M. Lazarev di sala 1930 da ji dayîk bûye. Di sala 1952 da fakulteya Dîrokî ya Zankoya Dewletî ya li Moskovayê qedandiye û ji sala 1956an heta niha li Enstîtuya Rojhilatzaniyê kar kiriye. Di maweya salên 1970-1975 de li Enstîtuya Welatên Asya û Afrîkayê li gel Zankoya Dewletî ya Moskovayê jî, mamostetî kiriye. Hinek ji berhemên Mîxaîl Lazarêv ku kurdzanî ji xwe re kire bingehê karê xwe yê zanyarîyê ev in. Bi zimanê rusî sê cildeyên dîroka kurdan û Kurdistanê nivîsîn û çap kir: Pirsa kurdan, Împerîyalîzm û pirsa kurdan, Kurdistan û pirsa kurdan. Hate ragihandin ku Lazew îro li Moskovayê bê bixakspartin.
|