|
Gerîllayên jin 8 ê Adarê pîroz kirin |
|
|
17:12 2010-03-10 |
|
Pîrozbahiyên 8ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam kirin. Çalakiyên pîrozbahiyan yên gerîllayên jin yên 8ê Adarê roja jinên kedkar ya cîhanî berdewam dikin.
Di çalakiya îro de ji bilî Serokê Konseya Rêvebir ya KCK`ê Mûrat Krayilan û endama Konseya Rêvebir ya KCK`ê Sozdar Avesta bi dehan gerîllayên jin jî beşdar bûn.
Karayilan di axaftina xwe ya li vir de anî zimên ku asta têkoşîna jina Kurd îro gihiştiye qonaxa ku êdî ji hemû mafên cîhanî re rêbertiyê dike û weha got: "Jina Kurd ku li ser hîmê felesefeya jiyanê ya Rêbertiya me xwe bi rêk û pêk kiriye û meşa xwe berdewam dike, di encama dayina berdêl û têkoşînek mezin de gihiştiye vê astê. Jina Kurd di hemî qadên jiyanê de gotiye "şêr şêr e, çi jin e çi mêr e" û ev yek di têkoşîna xwe ya mezin de esbat kiriye."
Endama Konseya Rêvebir ya KCK`ê Sozdar Avesta jî axivî û got: "Jina Kurd ku hebûn û nebûna wê nedihate zanîn, heger îro li serê çiyan, bi îradeya xwe ya azad têkoşînê dide, ev di serî de bi saya ked û renca Rêber Apo pêk hatiye."
Piştî axaftinên hatin kirin, Koma Amara bi stranên xwe reng û coş da çalakiyê.
Piştî skêç û şanoyên ku gerîllayan amade kiribûn, stranên zarokên Qendîlê bi balkêşî hatin guhdar kirin, çalakî bi gerandina govendê û sloganan bidawî bû.

|