| Di nav xalên peymanê de xala operasyonên dersînor nîne |
|
| 17:01 2010-03-10 | |||
Derkete holê ku nav xalên peymana mijarên ewlekariyê ya navbera Îraq û Tirkiyê de, operasyonên dersînor nîne.15ê Cotmeha 2009ê li paytexta Bexdayê di navbera Tirkiyê û Îraqê de, peymana têkoşîna li hember terorê û peymana hevkariya ewlekariyê hatibûn îmze kirin. Balkêşe ku di pêşnûmeya ku di vê biwarê de ji bo erêkirinê pêşkêşî serokê parlemena Tirkiyê hate kirin de, xala operasyonên dersînor, ku demek dirêj guftûgoyên berfireh li ser birêve çûn cîh negirtiye. Xalên ku du vê pêşnûmeyê de cîh girtine ev in: 1- Tirkiye û Îraq, her yek ji wan, li hember çalakî û amadekariyên çalakiyan ku ewlekariya aliyê din, yekîtiya xaka aliyê din û ewlekariya hemwelatiyên aliyê din hedef digrin tedbîrên bi bandor yên rêlêgirtinê werdigrin. 2- Her du welat wê rê nedin û wê dawî li wê bînin, ku grûbên terorîst, ji bo pêk anîna çalakiyan li nav xaka welatekî ji wan bicîh bibin û bi van mebestan alîgiran peyda bikin, xebatên perwerdê û propaganadayê birêve bibin. 3- Tirkiye û Îraq, çi rasterast û çi nerasterast, hemû alîkariyên aborî û lojîstîk yên ku li grûbên terorîst dibin rawestîne û qedexe bike. 4- Weşanên televizyonî û radyoyî jî di nav de, hemû weşanên ku propagandaya çalakiyên terorê teşwîq û xurt dikin bêne asteng kirin. 5- Her du welat wê rê nedin ku endamên rêxistinên terorîst, li welatên wan, di nav rêxistin û çalakiyên siyasî de cîh bigrin, her weha rê neyê dayin ku tu têkiliyên wan bi tu saziyên fermî re pêk werin. 6- Her du welat, wê kesên ku çalakiyên rêxistinên terorîst finanse dikin, yên ku destekê didin pîlansaziya vê, yên ku rasterast beşdarî van xebata ndibin yên ku hewldidin tevlî van xebatan bibin li ser prensîbê, wan darizîne û radest bike, derdixe pêşberî dadgeriyê. 7- Tirkiye û Îraq wê di derbarê rêxistinên terorîst ku li welatê wan xebatên terorsîtî birêve dibin û kesên beşdariya wan dikin de agahdarî bidin hev û din û wê di navendên dîplomasiyê de ji bo vê yekê beşên taybet yên têkiliyê bêne avakirin. 8- Wê di bin serokayetiya Wezareta Hundir de, Desteya Kordînasyonê ku pisporên ji beş û wezaretên din jî tê de cîh digrin avabibe û Desteya Kordînasyonê wê 6 mehan carekê li hem kom bibe.
|