::
Rejîma îranê hewl dide cerdevaniyê pêş bixe Ji bo çapkirinê
16:59 2010-03-10
IRAN_-_PASDARANRejîma Îranê ku dixwaze sîstema cerdevaniyê bihêzbike, di nava hewldanên nû de ye.

Li gor agahiyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê bidest ketine, rejîma Îranê li hember tevgera azadîxwaz ya kurd dixwaze sîstema cerdevaniyê ya bi navê Pêşmeregeyên Musulman ji nû ve zindî bike.

Hate zanîn ku di vê çarçoveyê de rayedarên rejîmê li bajarê Sinne bi hejmarek endamên vê rêxistina kirêgirtî re civîn li dar ketiye ku parêzgerê Sinne Îsmaîl Necar jî beşdar bûye.

Necar di civînê de ji bilî ku karê kirêt ku cerdevan dikin berznirxand, wî her weha got ku, wan kesan di parastina Komara Îslamî ya Îranê de jî rolekî berbiçav girtine ser milê xwe û bi gotineke din, cerdevanî teşwîq kir.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Pêşmergeyên Musulman ya Kurd, ji destpêkê ve l iser esasê dijayetiya bi tevgera azadiya Kurd hatibûn avakirin û navê tevlî gelek buyerên kirêt bû.

Li gor çavdêrên siyasî, civîna Sinne bi armanca ji nû ve zindî kirina cerdevaniyê ye li Rojhilatê Kurdistanê ye.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C