::
Zextên li ser Enwer Hûsên Penahî berdewam dikin Ji bo çapkirinê
16:55 2010-03-10

Zext û guşarên saziya sîxuriyê ya rejîma Îranê Îdareya Îtla`atê, yên li ser malbatên girtiyan, bi taybetî ji li ser malbata Mamoste Enwer Penahî berdewam dikin.

Li gorî zanyariyên bi destketine, beriya bi çend rojan hêzên wezareta Îtla`ata bajarê Qurwe bi ser mala bavê Mamoste Enwer Hûsên Penahî de girtine û di encamê de, bavê wî yê 7o salî û xwîşka wî ya dayika 4 zarokan xistine bin çavan û paş lêpirsînê ew hatine berdan.

Lê hate gotin ku hêzên rejîmê ew tehdît kirine ku di derbarê binçavkirinê de ti agahiyan bi taybetî nedin dem û dezgehên ragihandinê.

Çalakê Kurdistanî Mamoste Enwer Hûsên Penahî par ji aliyê dadgeha şoreşê ya Îranê ve bi tohmeta ku wî alîkariya partiyeke Kurd kiriye pêşî bi cezayê îdamê mehkûm kiribû lê pişt re, di encama kampanyayên rêxistinên navneteweyî û Kurdistanî de cezayê wî daketibû 16 sal cezayê girtîgehê.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C