::
Welatparêzê Kurd Elî Xizrî çû ser dilovaniya xwe Ji bo çapkirinê
16:48 2010-03-10
Bavê girtiyê Kurd Husên Xizrî, Elî Xizrî ku beriya bi demekê sekteya mêjî derbaskiribû tevî hemû hewldanên dermankirinê jî, paş 28 rojan li nexweşxaneya Xumeynî li Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Elî Xizrî roja 8ê Sibatê ji bo ku Kurê xwe bibîne serî li rayedarên girtîgeha Urmiyê dabû, lê piştî ku endamên Îtla`atê bêrêzî lê kirin, sekteya mêjî derbaskir û beşek ji bedena wî pûç bûbû.

Xizrî ku roja 8ê Adarê koça dawî ya xwe kir, li ser wesîyeta wî, li gundê Neyçelan bi beşdariya gelek Kurdistaniyan hate veşartin.

Serdanên sersaxiyê yên ji bo `Elî Xizrî li mizgefta Mela Resûl ya taxa Îslam ya Urmiyê berdewam dikin.

Paş koça dawî ya Elî Xizrî, her weha merasîmeke serxweşiyê li girtîxaneya navendî ya Urmiyê bi beşdariya girtiyê Kurd Husên Xizrî pêk hat.

Hûsên Xezrî di axaftina xwe de bavê xwe Elî Xizrî wekî şêhîdê riya azadiyê bi nav kir û got: Bavê min bi awayekî xwezayî nemir lê belê ji ber fişarên hêzên Îtla`atê yên rejîmê jiyana xwe ji dest daye.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C