|
U.Ç got:"Ji bo tirkan Ataturk çibe ji bo me jî Ocalan ew e" û hate desteserkirin |
|
|
16:39 2010-03-10 |
Zarokê ji Geverê yê bi navê U.Ç. ê tevlî bernameya SHOW TV'ê "Siyaset Meydanı" bûyî û gotibû "Ji bo tirkan Ataturk çibe ji bo me jî Ocalan ew e" hate binçavkirin.
Di bernameya Siyaset Meydaniyê de ya bi navê 'Bi çavê zarokan pêşîlêvekirina kurd' ji 38 zarokên ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê amade bûbûn û zarokê ji Geverê yê bi navê U.Ç. bi gotina; "Çawa Ataturk bo we serok be û wisa hûn qebûl dikin, ji bo gelê kurd jî Abdullah Ocalan serok e" demekî dirêj di rojevê de mabû. Hate diyarkirin ku zarokê bi navê U.Ç. şevê din di encama serdagirtina malan de bi 33 kesan re hate binçavkirin.
|