| Roj TV:"Bi beşdariya xwe helwest û piştgiriya xwe eşkere bikin" |
|
| 16:33 2010-03-10 | |||
|
Bi sedan komputerên Roj TV hatin desteserkirin, amûrên weşanê wekî up-lînk û h w hatin texrîb kirin kû li gor daxuyaniya çapemeniyê ya Roj TV, zerar û ziyana maddî bi qasî 1 milyon û 100 hezar euroyî hate tesbît kirin. Rêveberiya Roj TV bi daxuyaniyeke nivîskî di vê derbarê de bînerên xwe agahdar kirin û her weha banga xwedî derketinê kir. Birêveberiya Roj TV banga alîkariyê li temaşevanên xwe û li aliyên aştî û azadîxwaz kir û got: "Roj TV ku deng û rengê gelê Kurd e, li benda hevkarî û alikariyên we ye." Di vê çarçoveyê de wê sibe, roja pêncşemê di Roj TV de, di navbera saet 7ê serê sibê û 2 yê nîvê şevê de programek zindî pêk were ku wê gelek siyasetmedar, rojnamevan, kesayetiyên naskirî yên Kurd, hunermen û hejmarek mezin ji gel jî beşdar bibe û tê de wê alîkariyên aborî jî werin berhevkirin. Gel wê karibe bi riya telefonê beşdarî bernameyê bibe, dîtinên xwe bîne zimên lê di heman demê de karibe alîkariyê xwe ya aborî jî rasterast diyar bike. Bername wê bi hemû zaravayên Kurdî, bi zimanê Tirkî û Erebî were pêşkêş kirin. Rêveberiya Roj TV di dawiya daxuyaniay xwe de di serî de li hemû Kurdistaniyan, bang li derdorên aştî û azadîxwaz kir ku li deng û rengê xwe Roj TV xwedî derkevin û hesabê xwe yî bankê yê alîkariyê jî belav kir.
|