|
KCK bi mebesta karesata erdhejî ya li Elezîzê peyameke sarsaxiyê belav kir |
|
|
17:38 2010-03-09 |
|
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK, bi boneya erdheja li bajarê Elezîz û Depê peyameke sersaxiyê belav kir.
KCK di daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Daxuyaniya rêvebiriya KCK wiha berdewam dike: " Gelê kurd ê ku di dîroka xwe de êşên giran jiyaye îro jî bi vê erdhejiya ku vê dawiyê li Elazix-Dep pêkhat, zirar û ziyanên giran ên canî û madî da.
Bi taybetî di wê erdhejiya li herêma Dep û derdora wê de gelê me yê hejar û gundiyên welatparêz ên kurd jiyana xwe ji dest dane û zirarên wan ên giran ên madî çêbûye. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û saziyên wê dikin ku yekser destê xwe yê alîkariyê dirêjî xizmên hemwelatiyên me bikin ên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vî esasê em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin ên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
KCK: Wê ala têkoşînê ya Kazim Yilmaz li erdê nemîne
Di nava xebata berxwedana li dijî wan operasiyonên li dijî sazî û dezgehên kurd li ewrûpayê de hevalê kedkar Kazim Yilmaz di encama rawestandina dil de jiyana xwe ji dest da.
Hevalê Kazim ê ku bi ked û xizmeteke hêja jiyana xwe dabû şoreşê, ji bo şoreşa me windayiyek mezin e. Hevalê Kazim bi şehîdbûna xwe bûye endamê herî dawî yê karwanên şehîdên azadiya kurdistanê.
Em ji malbat û hemû gelê welatparêz ê kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, em hewl didin ji devera ku hevalê Kazim hiştiye, berxwedanê berdewam bikin û ala têkoşînê hê berztir bikin.
|