|
Li Parîsê kevnexebatkara Roj TV hate desteserkirin |
|
|
17:36 2010-03-09 |
Serê vê sibehê li Parîsa paytexta Fransayê, polîsan avêtin ser mala kevnexebatkara Roj Tv a bi navê Zeynep Geleş û ew desteser kirin.
Li gora agahdariyên hatine bi destxistin, serê vê sibehê seat li 5. 30 an polîsên ser bi têkoşîna li dijî terorê yên Fransayê, girtin ser mala Zeynep a li Villiers Le Bel li Parîsê û xwestin lêgerînê li malê pêkbînin.
Piştî ku polîsan di çerçoveya jêpirsîna Roj Tv de mal saxtî kirine, navborî bi xwe re birine daîreya polîsan. Hate ragihandin ku heta niha jî Zeynep nehatiye berdan.
|