::
Partî û rêxistinên Kurd, êrîşên welatên Ewropî şermezar kirin Ji bo çapkirinê
17:32 2010-03-09
roj_kogoNerezayetiyên li hember êrîşên li ser dem û dezgehên Kurdan û desteserkirina siyasetmedarên Kurd li Ewropayê berdewam dikin.

Hizba Demokratê Kurdistan, Rêxistina Xebat ya Şoreşger ya Kurdistanê, Komeleya Mafê Mirov ya Kurd li Ewropa, Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistan liqê Swêdê, Partiya Sosyaldemokrat ya Kurdistanê, Platforma Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Serboxweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş, êrîşên li ser Roj TV û saziyên din yên Kurd şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de partî û rêxistinên Kurdistanî, êrîş wekî encama siyasetên qirêj yên navbera hin welatên durû yên Ewropî û dewleta Tirkiyê nirxandin û gotin:
"Pêkhatina van êrîşan, di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk yên înkar û ji holê rakirinê yên li hember kurdan birêve diçin balkêş e. Êrîşa li hember siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê û girtina partiya DTP`ê mînaka herî dawî ya van siyasetan e."

Partî û rêxistinên Kurd, di dawiya daxuyaniya xwe de gotin: Em van êrîşên nedemokratîk yên li ser saziyên kurd ku ti bingehê wan yê hiqûqî nîne bi tundî mehkûm dikin, ji hemû gelê Kurd, rêxistinên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê û her weha ji hemû derdorên pêşverû dixwazin ku li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin.

Partî û rêxistinên Kurdistanî her weha, di serî de ji Beljîka, ji welatên Holland û Elmaya xwestin ku ji Kurdan lêbûrîna xwe bixwazin.

Partiya Sor a Norwêcê hêrişên li dijî Kurdan şermezar kirin

Partiya Sor a Norwêcê di daxuyaniyek fermî de êrişên li dij kurdan şermezar kir. Di daxuyaniya partiya Sor a Norwêcî de weha tê nivîsîn; Ev hêrişa ne rewa li dij pîvanên mirovahiyê ye û herwiha li dij azadiya raman e.

Bi vê kirinê dewleta Beljîka hemû yasayên wan bi xwe danîne kirine bin pêyan. Wekî din rojname ya Klassekampen ya Norwêcî, yek ji rojnameyên opozîsyona Norwêcê ye rûpelek ji êrişa li ser Roj Tv û girtina siyasetmedarên Kurd re veqetand.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C