| Meclisa Jinên Azad ya PÇDK`ê fermandara gerîlla Hîran Hîranî bibîr anî |
|
| 17:22 2010-03-09 | |||
|
Meclisa Jinên Azad ya PÇDK`ê bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera jiyanjidestdana wê de , fermandara HPG`yî Sinûr Silêman bi nasnav Hîran Hîranî bibîr anî û got: Hevala me Hîran Hîranî fermanderek azad û yek ji sembolên jina azad e û di vê derbarê de weha got: "Bi derketina şoreşa tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd bi rêberayetiya PKK`ê re, wekî pêdiviyek têkoşîna neteweyî û têkoşîna regezî ya jinê li Başûrê Kurdistanê, heval Hîran Hîranî jî di astek bilind de bêyî ku dem derbas bibe ciyê xwe di vê tevgerê de girt. Ew pê bawer bû ku ev tevger, ji bo azadiya regezî ya jinê û tekoşîna neteweyî yekane rê bû û lewra heta roja dawî ya jiyana xwe têkoşînê jî pê ve girêdayî ma. Di daxuyaniyê de di derbarê jiyanbexşkirina fermandar Hîran Hîranî de jî ev hate gotin: "Sala 2002ê, fermandar Hîranî, ji bo bersivdana pêdiviyên jinên Başûrê Kurdistanê, hişyarkirin û birêxistinkirina wan, wekî yek ji damezrênerên tevgera jinên azadîxwaz ya Kurdistanê, erka birêveberiyê digre ser milê xwe û heta roja dawî xebatek bêhempa birêve dibe. Di 7ê Adara 2003yê fermandar Hîran Hîranî li gundê Sur, di demekê de ku kar û barê rêxistinî di nav jinên gund de birêve dibir, di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da û tevlî nav karwanê şehîdên bê mirin bû." Jinên PÇDK`yî di dawiya daxiyaniya xwe de got: "Em wek Meclisa Jinên Azad ya PÇDK`ê, em dê her tim heval Hîran Hîranî wekî fermandar û sembola jina azad bibîrbînin. Ji bo ku hêvî û xeyala wê, têkoşîna jinên başûrê Kurdistanê ya azadîxwaz bigihije aramancên xwe, li ser esasê îdolojiya rizgariya jinê ji hemî deman bêhtir xwe bihêztir û zanatir bikin. Li ser vî esasî em di şexsê heval Hîran Hîranî de, peymana xwe ya bi hemî şehîdên xwe re nû dikin." Hêjayî gotinê ye ku fermandara HPG`ê Sinûr Silêman bi nasnav Hîran Hîranî sala 1970yî li gundê Hîran yê Şeqlawa ji dayikbû. Xwendina xwe ya destpêkê û navendî li Hewlêrê temam kir û di sala 1993an de beşdarî nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di nava têkoşînê de, gelek erk û berpirsyarî girtin ser şanê xwe. Di daxuyaniya Meclisa Jinên Azad ya PÇDK`ê de hate gotin ku, Hîran Hîranî bi taybetî di qada şer de, kesayetiyek wêrek û pêşeng e. Di heman demê de siyasetmedarek aktîf jî bû.
|