| Mexmûriyan ÎdrîsTuzak wekî "şehîdê penaberiyê" îlankirin |
|
| 17:18 2010-03-09 | |||
Endamê Tev-Çandê Îdrîs Tuzak ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijiya, 4'ê Adarê li ser riya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de di encama bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da û li gel wî jî 4 kes birîndar bûn.Mexmûriyan Tuzak wekî şehîdê penaberiyê îlankirin. Doh ji bo Tuzak, li Mexmûrê, li Saziya Malbatên Şehîdan merasimek hat li darxistin ku bi hezaran Mexmûrî amade bûn û êşa malbata Tuzak parvekirin. Îdrîs Tuzak sala 1974ê li Gundê Sêvê Oremarê yê Navçeya Gever a Colemêrgê hatibû dinê. Malbata Tuzak jî wekî hemû malbatên din yên Mexmûrî, ji ber nepejirandina cerdevanî û zordariya dewleta Tirk neçar mabûn koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Îdrîs Tuzak, Endamê Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê bû û di jiyana penaberiyê de dest bi karê hûnerê kir. Beriya wê jî di nava tekoşîna azadiya kurdan de çalak cîh girt. Di şahiyan de derdiket ser dikê û bi dengê xwe yê xweş û zelal şahî geş dikirin. Tuzak ne tenê bi xebatên xwe yî hûnerî, lê her wiha bi fedekarî û bi dilnizmiya xwe dihat nasîn.
|