::
Leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn Ji bo çapkirinê
17:16 2010-03-09
mayin-patlamaBi hatina mehên biharê re tevgera leşkerî li kurdistanê zêde dibe. Di dema ku leşkerên turk bi mebesta operasiyonan li deverên çiyayî û çoltarî yên kurdistanê digerin zirar û ziyanên hem madî û hem jî canî didin.

Her di vê çarçoveyê de do li çoltara Bajaroka Rûbarokê ya Navçeya Şemzînanê teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn. Li çoltara Bajaroka Rûbarokê ya Navçeya Şemzînanê dema leşker diçûn operasyonê teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn bi elîkopterê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.

Hate zanîn ku leşkerên Turk îro jî li heman deverê operasiyonên xwe berdewam kirine. Di dema operasiyona îro de jî, mayinek bi leşkerên turk de teqiyaye û di encamê de leşkerek bi navê Îsa Keskîn ê ji bajarê Samsuna herêma deryaya reş hate kuştin.

Operasiyona leşkerên turk ên li herêmê berdewam e.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C