::
Hêzên rejîmê êrîşî jinên Kurd ku 8 ê Adarê pîroz dikin Ji bo çapkirinê
17:11 2010-03-09
sinnePîrozbahiyên roja 8 ê adarê, roja cîhanî ya jinan, li piraniya bajarên rojhilatê kurdistanê, bi rêwresman tê pîrozkirin û li hemberê vê, hêzên rejîmê jî bi gaza êsirbarandinê li bajarê Sineyê êrîşî ser çalakvanên medenî kiriye û çend kes ji çalakvanan desteser kirin.

Merasîmeke din jî li bajarê Seqzî birêve çû. Merasîm bi deqeyek girtina rêzê ji bo şehîdan destpêkir. Bêdengî bi xwendina helbesta " Şeroş e, rabin ey jinên welat, mil bi milê mêran bidin, werin nava refên vê şoreşê" hate şikenandin.

Di vê merasîmê de biryarnameyek ku ji 12 bendan pêkhatibû û ji aliyê komeleya jinan û mêrên Sine ve hatibû nivîsandin, hate xwendin. Û ev biryarname ji aliyê beşdarbûyan ve hate pejirandin.

Li aliyekî din jî, li bajarê Bokan û derdora wê merasima roja cîhanê ya jinan hate pîrozkirin.

Merasima 8 adarê li kolanên " nexweşxane, ebuzer, muxaberat, Elîyawa, Mîrawa, Kultepe û şehrek bi amadebûna jin û mêran birêve çû.
 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C