| Kordînasyona Komalên Ciwan banga çalakiyan kir |
|
| 17:48 2010-02-07 | |||
Komalên Ciwan di 12.salvegera pîlangeriya navneteweyî ya 15ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd meşî de, komplo şermezar kir û banga çalakiyan kir.
Kordînasyona Komalên Ciwan, komploya 15ê Sibatê wekî deqeke reş ku li eniya hemû mirovayetiyê ketiye bi nav kir û got: Em ciwanên Kurdistanê, di 12.salvegera wê de Komploya 15ê Sibatê bi tundî rûreş û şermezar dikin û soza xwe ya bi temamî pûçkirin û ji holê rakirina wê nû dikin. Di daxuyaniya Komalên Ciwan de bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya Îmraliyê ku ev 12 salin berdewam dike û hate gotin ku dewlet û hukûmeta Tirk dixwazin bi zext û êşkenceyên wekî jehirdan, destwerdana fîzîkî, tehdîda kuştinê û nêzîkahiyên nemirovane berxwedana Ocalan bişkînin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku tevî hemû van êrîşan jî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji daxwazên xwe yên azadiyê bi paşde ti gav neavêtinê û bi bîr û baweriyeke xurt barê berxwedana gelê Kurd ya azadiyê bi berdewamî hildigre û ber bi qonaxa çareseriya demokratîk ve dibe. Kordînasyona Komalen Ciwan bang li ciwanan kir ku bi şîara "Her kes, li her derê ber bi çalakiyan ve!" dest bi çalakiyan bikin û got: Ji bo bi temamî pûçkirina komployê, ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya gelê Kurd, divê em her deverê veguherînîn qadên çalakiyan û eşkere bikin ku wê gelê Kurd vê roja reş û kesên avakarên wê jibîr neke û ji wan hesab bipirse.
|