::
Çalaka mafê mirov li Mehabadê desteser bû Ji bo çapkirinê
17:36 2010-02-07

sema_bahmaniDi berdewama fişarên ser çalakvanên siyasî û medenî li Îranê, roja sêşema derbasbûyî Sema Behmanî çalaka mafê mirovan li bajarê Mahabad hate desteserkirin û ji bo devereke nediyar hate veguhestin.

Sema Behmenî ku xelka bajarê Bender Ebas e berî niha jî Tebaxa sala derbasbûyî, dema ku amadekariya raporekê li ser binpêkirina mafê mirovan li Kurdistan dikir û herwisa piştevaniya Mamoste Ferzad Kemanger digel hevjînê xwe Hebîb Behmenî dikir li bajarê Sine hatibû desteserkirin û bi tohmeta hewldana li dijî nîzamê, 3 sal cezayê zindanê yê bi eger lê hatibû birîn û hatûçûna herêma kurdan û peywendî danîna digel kesên ku pêwendiyên wan ên siyasî hene, lê hatibû qedexekirin.

 

Hewa

Amed:
38°C
Kirmaşan:
35°C
Urmiye:
28°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
41°C
Hewler:
45°C
Wan:
26°C
Mûsil:
45°C