| Jinên Wêranşarî êrîşên hovane şermezar kirin |
|
| 16:32 2010-07-29 | |||
Êrîşên nijadperest li navçeya Rihayê Wêranşarê jî hatin protestokirin.Wêranşarî bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk meşiyan û danxuyakirin ku, ew ê polîtîkayên dewletê yên nijadperest qebûl nekin. Meşa li navçeya Rihayê Wêranşarê, li taxa Cumhuriyetê ji ber dibistana Dumlupinarê destpêkirin. Di meşa ku bi hezaran kesên tevlî bûn de pankarta bi nivîsa "em êrîşên nijadperest û faşîzan bi nefret şermezar dikin" hate hilgirtin. Di meşê de timûtim slogana "zext me çavtirsandî nakin" hate gotin. Piştî meşê endama Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Fatma Kudîn daxuyanî da û diyar kir ku, pêvajoyeke ku ji mirovahî û huqûqê para xwe negirtiye diqewime. Kudîn destnîşan kir ku, zihniyeta ku 12ê Îlonê jî derbasdike dixwaze êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdan rewa nîşan bide. Daxuyanî bi tilîlî û sloganan bi dawî bû.
|