| Li Gever û Nisêbînê çalakiyên şermezarkirinê |
|
| 16:29 2010-07-29 | |||
Ciwanên Kurd jî, şeva din di nava çalakiyan de bûn.Li Gever û Nisêbinê, ciwanan bi serhildanan bersiv da provayên qetlîamê yên dewletê jî destek didê. Ciwanan bi polêsên êrîşa wan kir re şer kir. Piştî êrîşa li Geverê ya li dijî êrîşên nîjadperest hate organîzekirin, ciwan ketin dewreyê. Ciwanan, di ketina taxan de barîkkat danîn dest bi berxwedanê kir. Ji ber ku polêsan nekarî barîkatan derbasbibe, şûnde vegeriyan. Ciwanên li Taxa Esentepeyê jî, meşa meşaleyî li dar xistin. Bi sedan ciwanî yekbiyek meşala vêxistin û nêzî kîlometreke rê meşiyan. Piştî meşê li ser navê 'Yektiya Parastina Bingehîn a Geverê' daxûyanî hate dayîn. Di daxûyaniyê de hati gotin 'Em Azadiya Taxa Esentepeyê îlan dikin' Ciwan li Nisêbinê, li dijî provayên qetlîamê li kolanan bûn. Lê polîsan, li ser Kolana Sakarya, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polêsan.. Pêvçûn heta derengiya şevê dewam kirin.
|