| 649 rêxistin plana hevdîtineke bi Ocalan re dikin |
|
| 16:09 2010-07-29 | |||
Rêxistinên civaka sivîl ên bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd qada xebatên xwe fireh dikin.Nunerên 649 rêxistinên civakî di rojên derbasbûyî de li Amedê li hev kom bûn û ji bo çareseriya demokratîk deklarasyonek weşand. Rêxistinên civaka sivîl ji bo xebatên çaresariyê mayinde bikin jî, sekreteryayeke ji 5 kesan pêk tê ava kir. Ji endamên sekreteryayê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Serokê Weqfa Mafê Mirovan ya Amedê Sezgîn Tanrikulu û Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê Galîp Ensarîoglu ji DÎHA'yê re axivîn. Serokê Baroya Amedê Aktar: Pêkanîna hevdîtineke bi Ocalan re jî di rojeva me de ye Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji ber aktorên polîtîk çareseriyê neafirînin ew ketin nava tevgerê. Aktar anî ziman ku pirsgirêka kurd bi rêbaza diyalog û muzekareyan dikare çareser bibe û wan wekî rêxistinên civaka sivîl jî, ji bo amadekirina bingehê însiyatîf girtiye. Aktar got, ji bo vê jî wê bi hukumet, partiyên mûxalefetê, derdorên din ên pêwendîdar û heta ji aktorên pirsgirêkê bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtinan pêk bînin. Tanrikulu: Ji bo dawîkirina şer, divê nêrînên hemû aktoran bên wergirtin Serokê Weqfa Mafê Mirovan ya Amedê Sezgîn Tanrikulu jî girîngiya diyalog û hevdîtinan anî ziman û got, ji bo amadekirina raya giştî, ewê xebatên çalak bimeşînin. Tanrikulu bal kişand ser hewdanên Ocalan ên ji bo çareseriyê jî û got: 'Divê ji bo dawîkirina pêvajoya şer, kî dibe bila bibe, mirov jê alîkariya fikrî û pêşniyaran bigire. Ensarîoglu: Divê nêrînên hemû aktorên pirsgirêkê bên wergirtin Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê Galîp Ensarîoglu bi gotina 'divê nêrînên hemû aliyan bên wergirtin, bêyî ku nav bide ji bo hevdîtineke bi Ocalan re lambeya kesk pê xist. Ensarî got, ew ji bo çareseriyê ketine nava tevgerê û dixwazin xizmeta çareseriyê bikin.
|