::
PJAK:Dawiya siyaseta terora dewletî têkçûn e Ji bo çapkirinê
16:25 2010-07-28
pjak_konferans_4Kordînasyona Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dawiya hemû siyasetên li ser hîmê terora dewletî li hember gel û şerê derûnî li hember gerîlla têkçûn û şikestin e.

PJAK`ê got:
"Di encama siyasetên xwe yên nedemokratîk û hewldanên dezgeha desthilatdar yên bidestxistina çekên nukleerî de, Komara Îslamî ya Îranê xetimî û rê li ber hate girtin. Têkoşîna guherankarîxwazan ji aliyê hêzên demokratîk yên hundir û gelên Îranê yên azadîxwaz û şidandina embargoya li ser Îranê ya civaka navneteweyî bi hevre Komara Îslamî tengav kirine.

Kordînasyona PJAK`ê ku behsa nakokiyên navbera aliyên desthilatdar yên Îranê yên demên dawî jî kir got: Derza ku niha di navbera baskê desthilatdar û navendên hukûmetê de xuyadike, nîşana wê ye ku baskê desthilatxwaz yê hakim li hember rewşa niha bêçarebûye. Ne tenê ku rewabûna Welayetî Feqî ya ji ber bêedaletiya bi navê dîn li hember gelên Îranê şikeste xwariye, lê ev derza navbera wan rojane firehtir dibe. Ew kesên ku heta doh piştgiriya sîstemê dikirin, niha di eniya dijber de cîh girtine. Dardekirinên siyasî ku bi taybetî li ser kadroyên PJAK`ê birêveçûn, ne tenê piştrastkiri ku qazancekî rejîmê ji wan nebû, her weha siyasetên rasteqîn yên ne mirovane yên rejîmê jî eşkerekirin.

PJAK`ê her weha bal kişand ser têkoşîna civakî ku birêvediçe û got:
"Têkoşîna demên dawî ya li Îranê ku di asteke teng de nema, ji bilî hemû tebeqeyên civakî yên wekî dukandar û bazirganan, her weha şexsiyetên dînî jî girtin nav xwe. Di rewşek weha de, dewleta Komara Îslamî, li şûna ku di siyasetên xwe ku şikestek xwarine de biçe û şêwazên demokratîk têxe dewrê, ew siyasetên xwe yên qirêj û dûrî exlaqî berdewam dike."

Kordînasyona PJAK`ê di vê biwarê de wekî mînak jî, pêla binçavkirina çalakên siyasî û medenî, israra di siyaseta dardekirinê de, zêdekirina hejmara qereqolên li ser sînor li Rojhilatê Kurdistanê, operasyonên leşkerî û çalakiyên leşkerî yên li hember gerîllayên PJAKê, belavkirina dîmenên bêrêziya hovane ya li ser termên gerîlla li Dalaho, bêrêziya li hember olên cuda, hewldanên pêkanîna nîfaqên di navbera şîa û sunniyan de, kuştinên kiryar nediyar û şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê binavkirin.

"Ji ber têkoşîna xwe ya azadîxwaz, partiya me ciyekî taybet ji xwe re çêkiriye"

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de kordînasyona PJAK`ê bal kişand ser hewldanên kontr-gerîlla yên li hember tevgera wan jî.

Wekî mînaka her îdawî jî Kordînasyona PJAK`ê bal kişand ser buyera kuştina du kesan li gundê Nisare yê bajarê Dîwandere ku 25ê Tîrmehê pêk hat û got: "Cerdevanên ku cilê gerîlla li xwe kirî êrîş dikin û di encamê de kalekî bi temen û keça wî jiyana xwe ji dest didin. Ev buyer jî israra dewleta Îranê ya di siyasetên wê yên qirêj û hewldanên wê yên kontrgerîlla yên bi mebesta reşkirina tevgera azadîxwaz ya gelê kurd piştrast dike.

PJAK`ê bibîranî ku beriya niha jî, di çarçoveya şerê taybet de, rejîmê hem bi kuştina ciwanên azadîxwaz li ser cadeyên Tehranê û hem jî bi kuştina sivîlan li herêmên ser sînor li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xuliqandina keş û hewayeke bitirs xebatên kontrayî pêkanîne. Ji bo bêbandorkirina tevgera me, li herêmên Rojhilatê Kurdistanê ku gerîllayên me lê hene, karbidestên Îranê beriya niha jî bi propagandayên neyênî şerekî taybet meşandin.

PJAK`ê her da zanîn ku çawa wan hemû ev hewldanên rejîmê vala derxistine û bêbersiv nehiştina, ew dê di dema pêşde jî, bi xurtkirina têkoşînê bersiva herî rast bidin û got:
"Tevî hemû siyasetên çepel yên şerê psîkolojîk yên rejîma Îranê, gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ku bi berxwedana ciwanên xwe yên qehreman li zindanan û bi têkoşîna gerîllayên xwe ya bê westan, di hela hişyarî û nasnameya xwe ya rasteqîn de gihiştiye asteke bilind terora dewletî ya rejîmê baş nasdike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Kordînasyona PJAK`ê got: Partiya me, PJAK, ku di li Rojhilatê Kurdistanê, di dilê gelê xwe de, bi ked û xwîna gelek şehîdên xwe ciyekî taybet ji xwe re şêkiriye, bi têkoşîna xwe ya azadîxwaz, ji gelên din yên Îranê re jî bûye hêvî. Êdî ti hewldanên rejîmê wê nikaribin vê yekê berovajî nîşan bidin. Karbidestên dewletê divê, li şûna ku kiryarên ku tenê hovîtiya wan eşkeretir dikin, baştir e, hewlbidin ku ji pirsgirêkên heyî re li riyên çareseriyê bigerin ku sîstema Îranê li ber çavên raya giştî ya cîhanê riswa û tecrîd kiriye.

Em bang li gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku ew wekî her car, wan kiryar û hewldanên li dijî gerîlla riswa bikin. Em jî wekî PJAK, ji bilî şermezarkirina van kiryarên nemirovane, em radigihînin ku em dê bersiva her êrîşeke li ser gelê xwe bidin. Gerîllayên PJAKê, parêzvanên nirxên gelê kurd in û her êrîş û teroreke ku hebûna gelê me têxe talûkê, dê bê bersiv nemîne.
 

Hewa

Amed:
35°C
Kirmaşan:
34°C
Urmiye:
26°C
Xoy:
28°C
Qamişlo:
37°C
Hewler:
38°C
Wan:
25°C
Mûsil:
38°C