| Însîyatîfa Gel: Em dê bersiva êrîşên faşîst bidin |
|
| 16:17 2010-07-28 | |||
Însîyatîfa Demokratîk ya Gel ya Kurdistanê, li hember êrîşên faşîzan yên li ser kurdên li Înegol û Dortyolê banga berxwedanê kir.Însîyatîfa Gel ku wekî sedema êrîşên li ser kurdan daxuyaniyên AKP, MHP û CHP nîşan dan, xwest ku kurd li hemû qadan xwebiparêzin û di serî de li Amedê, li seranserê Kurdistanê banga serhildanê kir. Di vê biwarê de Însîyatîfa Gel got: "Di serî de rayedarên hukûmeta AKPê Tayîp Erdogan, Cemîl Çîçek, Kurşat Tuzmen û Dewlet Baxçelî û çeteyên wî pîlanger û avakarên vê qonaxê ne. CHP jî bi daxuyaniyên xwe yên bi talûke, di mijara dijîtiya kurd de, bi partiyên din re di nava kêbirkê de ye." Di daxuyaniya Însîyatîfa Gel de hate gotin ku kurd wê di serî de li metropolên Tirkiyê, li hember her êrîşeke ku li her cihekî pêkwere, di çarçoveya serhildan û xweparastina rewa de wê xwe biparêzin. Di daxuyaniyê de hêzên ku dijberiya navbera gelan pêşdixin jî hatin hişyar kirin û weha hate gotin: " Ev derdorên ku bi zanebûn êrîşa li ser kurdan sor dikin divê zanibin ku gelê kurd ne bêparastin û ne jî bêçare ye. Eşkere ye ku dewlet di vê qonaxê de komkujiyan li ser kurdan ferzdike. Lewra, ji bo kurdan, êdî roj roja wê ye ku ew bi her awayî xwe biparêzin û bersiva her êrîşekê jî bi hosteyî û birêxstinî bidin." Însîyatîfa Gel ku êrîşên nijadperest yên dawî wekî veguherîna qirkirina siyasî ber bi qirkirina fîzîkî nirxandin di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Li hember kurdan siyaseteke qirkirinê ya topyekûn ketiye dewrê û li hin ciyên ku wekî herêmên pîlot hatine hilbijartin ev yek dikeve pratîkê. Lewra gelê kurd divê êdî li hember vê pêla berfireh ya êrîşan mafê xwe yê bersivdanê, bêyî ku bi derengî bikeve bikarbîne."
|